Dehem hiştir ji giyanê Sedam Hisên re dibe qurbanî

Akademseyena Urdinî Fereh El-Rebetî ev sala dehemîn e, dehem hiştir bo giyanê Serokê Iraqê yê berê Sedam Hisên dike qurbanî, yê ku di sala 2006an de di serdema hikûmeta Nûrî El-Malîkî de hate bidarvekirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Akademseyena Urdinî Fereh El-Rebetî ev sala dehemîn e, dehem hiştir bo giyanê Serokê Iraqê yê berê Sedam Hisên dike qurbanî, yê ku di sala 2006an de di serdema hikûmeta Nûrî El-Malîkî de hate bidarvekirin.

Akademseyena Xiristiyanî ya Urdinî Fereh El-Rebetî li kulîja Çandiniyê li Zanîngeha “Mote” ya li bajarê Kerekê mamoste ye. Zanîngeha Mote wek navendeke bihêz ji alîgirên Partiya Beis tê hejmartin, ku di serdema Sedam Hisên de alîkarî ji hejmareke mezin ji xwendekarên Urdinî re pêşkêş dikir.

Wê mamosteyê ji ragihandina navxweyî ya Urdinî ragihand, ji ber rêzgirtin li karê Sedam Hisên ji netewa Ereb re, ew wê qurbaniyan bo giyanê Sedam dike.