Li Wanê kamyonek bombebarkirî hate desteserkirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê, kamyonek bombebarkirî li pêş avahiya Şaredariya Erdîşê hat dîtin.
Li gor agahiyan, kamyona bombebarkirî ser rêya Agirî û Wanê li pêş avahiya Şaredariya Erdîşê hatibû rawestandin, ji hêla hêzên ewlekariyê ve hat dîtin.
Hat ragihandin ku, di nav kamyonê de nêzîkî 4 ton teqemenî hatiye dîtin û ji welatiyên derdorê şaredariyê hate xwestin ku, malên xwe vala bikin.
Herwiha bi bûyerê re 2 kes hatin binçavkirin.
Hikûmeta Tirkiyê 11'ê Îlonê, 24 şaredarên DBPê ji erkê dûr xistibûn û şûna wan qeyûm erkdar kiribûn.
Berpirsên PKK'ê jî dabûn xuyakirin, dê qeyûm bibin armanca êrişên wan.