Li Tirkiyê bajarê Edeneyê 5 kes hatin girtin

Bi tohmeta amedekariya çalakiyên bombeyî dikirin hatin binçavkirin.

K24-Navenda Nûçeyan

Li Tirkiyê bajarê Edeneyê 5 kes bi tohmeta amedekariya çalakiyên bombeyî dikirin hatin binçavkirin.

Polîsên Edeneyê li ser zanyariya ko dê ji aliyê PKKyê ve çalakiyên bombeyî were kirin dest bi operasyonek berfireh kirin û îro danê sibê bi ser malan de girtin. Di encamê de 5 kes hatin binçavkirin. Tohmeta li ser wan 5 kesan ew e ko dê li bajarê Edeneyê bi awayek hevdem li dijî dadgeh, balafirgeh, û navendên polîsan êrîşên bombeyî bikirana.

Lê dema amedekarî dikirin hatine binçavkirin. Hat zanîn ji wan binçavkiriyan kesekî xwendevanê Zanîngeha Dîcleyê ye û beşa mamostetiyê de perwerdehî dibîne.