Yildirim bo Iraqê: Destpêkê bibin dewlet piştre ji Tirkiyê re tiştekî bêjin

Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim, rexneyên tund li rayedarên Iraqê kir û got, destpêkê bibin dewlet piştre ji Tirkiyê re tiştek bêjin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim, rexneyên tund li rayedarên Iraqê kir û got, destpêkê bibin dewlet piştre ji Tirkiyê re tiştek bêjin.

Yildirim, beşdarî merasîma vekirina Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê bû û da xuyakirin, bêaramiya Iraq û Sûriyê herî zêde bandora xwe li Tirkiyê dike, Hin welatên ku ti pewendiyên wan yên fîzîkî û dilî bi herêmê re nîn in, li vê derê ne, lê nerazîbûnên xwe hemberî hêzên Tirkiye nîşan didin.

Yildirim da xuyakirin, divê kesên wiha diaxivin, di destpêkê de xwedî li welat û welatiyên xwe derkevin, wan biparêzin, bibin dewlet û pişt re ji Tirkiyê re hin tiştan bêjin.

Yildirim got: “40 sal in PKK di xakên we de ye. Hûn dengê xwe jê re nakin, lê dengê xwe bo hêzên Tirk ku bi armanca parastina xelkê wê derê hatine dikin. Divê bê zanîn ku em ti carî vê qebûl nakin.”