Du leşkerên Fransî li Iraqê birîndar bûn

Bûyer di 2ê vê mehê qewimîbû.

K24-Navenda Nûçeyan

Rojnameya "Le Monde" ya Fransî ragehand ku, dema rêgirî ji firokeyeke bê firokevan a DAIŞê re hate girtin firoke kete xwarê û teqiye di encam de du leşkerên Fransî birîndar bû, herwiha du pêşmergeyên Kurdistanê jî şehîdbûn.

Duh, rojnameya Le Monde  di nûçeyeka xwe de ragehand ku, di 2ê vê mehê leşkerên Franî li Iraqê rêgirî ji firokeyeka DAIŞê re girtin, piştî ketina wê firoke teqiya, di encam de du leşkerên Fransî birîndar bûn.

Li gor rojnameyê her du birîndarên Fransî bo navendeke pizîşkî li Fransa hatin veguhestin, birîna yek ji wan giran e.Herwiha di wê bûyerê de jî li gor rojnameyê du pêşmerge jî şehîd bûn.

Franse yek ji welatên Hevpeymaniya Navdewletî ye û Li Iraqê 500 leşkerên xwe hene, hin ji wan hin Hêzên taybetin, erkê wan pêşmergeyan meşiq û rahênan bi pêşmergeyan dikin.