Baydemir: Em li benda bersiva dilxweşkirinê ne ji başur

"Ji bo dijminan bersiva herî baş tifaqî ye"

K24-Navenda Nûçeyan

Parlamenterê HDPê Osman Baydemir yê ku berî çend heftiyan ligel şandeke HDPê serdana Başûrê Kurdistanê kirî, diyar kir ku ew ji hevdîtinan bi hêvî ne û em hêvî dikin emê di demek nêz de xebera xêrê bistînin.

Baydemîr ragihand ku, armanca wan ya serekî xortkirina peywendiyên di navbera Bakûr û Başûrê Kurdistanê de ye û dixwazin ku tifaqa di nava gelê Kurd de çêbibe.

Herwiha Osman Baydemir anî ziman ku wê di demek nêzîk de bandora wan hevdîtinên xwe derkeve û got ku, ji bo dijminan bersiva herî baş tifaqiye, lewra divê serdanên bi vî rengî berdewam bikin.

Şanda HDPê bi serokatiya hevserok Selahedîn Demîrtaş hatibû Başûr. Şand ligel serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, sekreterê giştî yê YNKê Celal Talabanî û piraniya partiyên Başûr re hevdîtin pêkanî bû.