Yildirim: Bo Aramiyê sîstema serokatiyê şert e

Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim dibêje, ji bo aramiyek mayînde anîna sîstema serokatiyê şert e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim dibêje, ji bo aramiyek mayînde anîna  sîstema serokatiyê şert e.

Yildirim îro li Stenbolê axivî û dîsa bal kişand li ser sîstema seroktiyê, ku di demên dawî de li Tirkiyê bûye rojeva sereke. Yildirim got, divê aramiya Tirkiyê berdewam be û her pêşve biçe. Riya aramiyê jî sîstema seroktî ye.

Yildirim bang li partiyên din ên li parlementoyê jî kir û got: “Wan hemûyan berî hilbijartinê soz dabûn xelkê ku yasaya bîngehîn bigûherînin. Ger ji xeynî sîstema seroktiyê pêşniyarek din hebe, bila referandrûmek pêk were. Xelk çi bixwaze bila Tirkiye bi wê sîstemê were birêvebirin.”