Li Enqerê endamekî DAIŞ hat kuştin

Nasnameya endamê DAIŞê hê diyar ne bûye.

K24-Navenda Nûçeyan

Li Enqerê di encama operasyona hêzên ewlekariya Tirkiyê de endamekî DAIŞ hat kuştin.

Hêzên ewlekariya Tirkiyê şeva bihurî li navçeya Etîmesgut ya Enqerê operasyon birin ser balexaneyek. Di encamê de endamekî DAIŞ hat kuştin ku tê îdîakirin bi armanca çalakiya xwekujî derbasî Enqerê bûye.

Parêzgarê Enqere Ercan Topaca li cihê bûyerê da xuyakirin ku, , xwekuj li deverê Anitkabîrê 3 car hatiye dîtin û bi gumana çalakiya xwekujî hatiye şopandin.

Topaca got, ku,nasnameya endamê DAIŞ'ê hê diyar nebûye.