Asayişa Dêrikê çûnûhatinê li bajêr qedexe dike

Hevdem digel bi merasîma bibîranîna salvegera serkirdeyê PDK-Sê Behzad Dorsin ku ji berî 4 salan ve çarenevîsa wî ne diyar e, Asayişa Rojava riyên sereke li bajarê Dêrikê digire û qedexeya cûnûhatinê li bajêr disepîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevdem digel bi merasîma bibîranîna salvegera serkirdeyê PDK-Sê Behzad Dorsin ku ji berî 4 salan ve çarenevîsa wî ne diyar e, Asayişa Rojava riyên sereke li bajarê Dêrikê digire û qedexeya cûnûhatinê li bajêr ferz dike.

Li gor peyamnêrê K24ê, ku biryar bû îro alîgirên Encûmena Niştîmanî ya Kurd li bajarê Dêrikê çalakiyekê bi helkefta derbasbêna 4 salan bi ser revandina serkirdeyê Partiya Demokrata Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) bi rê ve bibin.

Lê hêzên Asayişa Dêrikê riyên sereke li nava bajêr berîn û rê nedan xelkên deverê ku tevlî merasîman bibin. Ji ber vê yekê curek ji nerehetî û aloziyê derketiya holê.

Behzad Dorsin Endamê Polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê bû ku niha beşek ji PDK-Sê ye. Di 24 Cotmeha 2012an de hat revandin û ta niha çarenevîsa wî ne diyar e.

Hêzên asayişê jî tekez dikin ku, ew ne di girtîgehên wan de ye.