Li Wanê ji bo dibistanên gundan proje

Di bernameyê de bo 250 xwendevanan amurên dibistanê û wekî din nêzîkî nîv qamyon amurên cûrbicûr yên dibistanê hatin berhevkirin.
kurdistan24.net

K24-Navenda Nûçeyan

Li Zankoya Wanê ji bo alîkarî li dibistanên gundan bê kirin xwendevan û Rêxistina Bajariyên Dildar konsert û şanoyek organîze kirin. Akademîsyenên zankoyê, rayedarên bajêr û gelek xwendevan beşdarî konsert û şanoyê bûn. Dê bi dahata vê bernameyê kêmasî û pêdiviyên amurên dibistanên gundan bên peydakirin.

Li Wanê ji aliyê xwendevanên zankoyê û Rêxistina Bajariyên Dildar ve bo ku alîkariya dibistanên li gundan bi dirûşmeya ''Neha em ber bi dibistanên gundan ve dimeşin, daxwaz bikin em tên'' şahiyeke ku şano û konsertê dihûndirîne hat lidarxistin. Ji Zankoya Wanê Prof. Dr. Zekî Taştan di bernameyê de ji K24ê re axivî û ragihand ku ew bi xwendavanên re serbilind e ku pê zanin jiyan bi tenê ji dersan pêk nayê û gelek xweşkahiyên din jî hene ku rê li ber parvekirina wan vedikin. ji ber bernameyên wiha ew gelek kêfxweş e.

Akademîsyen Prof.Dr. Zekî Taştan wiha got:''Xwendevanên zangoya me îro bernameyek gelek watedar lidarxistin û em bo vê kêfxweş bûn. Ji kesên ku beşdarî bernameyê bûne li cihê bilêtan amurên dibistanê hat stendin. Wê hevalên me yên xwendevan van amurên ku bi dest xistine bibin dibistanên gundan û diyarî wan bikin. Ez wan pîroz dikim."

Di bernameyê de tevî xwendevan û welatiyan, rayedarên saziyên bajêr jî eleqeyek mezîn nîşandan û xwestin ku alîkariya dibistanên gundan bikin. Endamê Rêxistina Bajariyên Dildar Hiseyîn Bîçer armanca vê bernameyê û xebatên xwe wiha ragihand.

Endamê Rêxistina Bajariyên Dildar Hiseyîn Bîçer wiha axifî:''Rêxistina me bi armanca alîkariyê hate damezrandin û endamên me jî bi vê armancê tevdigerin. Me îro li zankoya Wanê bernameyek lidarxist û em ê ji pola 1. heta ya 8an alîkariyê bidin xwendevanên dibistanên gundan."

Xwedekar û şanogeran jî derbarê alîkariya dibistanên gudan de ku di nava vê projeyê de cih digirin bîr û boçûnên xwe anîn ziman.

Xwendekar Şeyhmuz Taş wiha diyar kir:"Kemasiyên xwendevanan bi pênûs, lênûsk û jêbiran hene. Me xwest em van pêdiviyan peyda bikin."

"Ji bo xwendevanên ku li dibistanên gundan dixwînin me şanoyekê lîst. Hêvî dikim lîstik hatibe ecibandin û alîkariya me gihîşti be xwendevanan."

Di bernameyê de bo 250 xwendevanan amurên dibistanê û wekî din nêzîkî nîv qamyon amurên cûrbicûr yên dibistanê hatin berhevkirin. Xwendevanên Zankoyê û berpirsyarên Rêxistina Bajariyên Dildar ragihandin ku bernameya wan li rastî eleqeyek mezin hatiye û dê bernameyên bi vî rengî zêdetir organîze bikin.