Nêçîrvan Barzanî daxwaza azadkirina perlementerên HDPê dike

Herwiha destpêkirina proseya aştiyê.

K24-Navenda Nûçeyan

Serokwezîrên Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî derbarê girtina Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) û hejmarek perlementerên wê partiya yasayî ya Tirkiyê daxuyaniyek belav kir, tê de daxwaza azadkirina perlementeran dike, herwiha daxwaza rêzgrtina yasayê û aramkirina rewşê dike.

Ev jî deqa wê daxuyaniyê ye:

Desteserkirina Hevserokên partiya Demokratîk a Gelan(HDP) û hejmarek perlementerên wê partiya yasayî ya Tirkiyê em dilgran kirin, em di wê baweriyê de ne ku, ew yeke dê rewşa Tirkiyê aloztir bike, lewma daxwaz dikin ku, Hevserok û Perlementerên HDPê bêne azadkirin û bi awayeke nerim û aram pêwendiyê ligel wê rewşê bikin, rêzê ji iradeya wan degdaran re bigrin, ewên ku, ew perlementar hilbijartine, herwiha daxwaz ji HDPê jî dikin weke partiyeke yasayî li Tirkiyê di çarçoveya yasaya Tirkiyê de helwestan bigre.

Di heman demê de em teqîna Diyarbekrê şermezar dikin ku, bo sedema kuştina hejmarek ji polîs û welatiyên sivîl, ji bo berjewendiyên hemû aliyan em daxwaza destpêkirina proseyeke medenî aştyane bo çareserkirina rastî dikin.

Nêçîrvan Barzanî

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê

5.11.2016