ENKS bo Rêveberiya Xweser: Li zîndanên xwe binêrin

Girtina endam û serkirdeyên Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) berdewam dike û pê re part û saziyên Rêveberiya Xweser girtina siyasetmedarên Kurd li Tirkiyê şermezar dike. Hin girtiyên ENKS'ê jî dibêjin ku, pêwîst e Rêveberiya Xweser siyasetmedarên ENKS'ê ji zîndanên xwe serbest berde, berî ku girtina serkirdeyên HDP'ê li Tirkiyê şermezar bike.
kurdistan24.net

K24 – Qamişlo

Girtina endam û serkirdeyên Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ji aliyê Asayişa Rojava û dezgehên ser bi Rêveberiya Xweser ve berdewam dike û pê re part û saziyên Rêveberiya Xweser girtina siyasetmedarên Kurd li Tirkiyê şermezar dike.

Hin girtiyên ENKS'ê jî dibêjin ku, pêwîst e Rêveberiya Xweser siyasetmedarên ENKS'ê ji zîndanên xwe serbest berde, berî ku girtina serkirdeyên HDP'ê li Tirkiyê şermezar bike.