Parlamentoya Tirkiyê beyî parlamenterên HDPê xebatên xwe kirin

Qeyrana yekemîn jî di komîsyona plan û ya butçeyê de rû da.
kurdistan24.net

K24-Navenda Nûçeyan

Parlamentoya Tirkiyê beyî parlamenterên HDPê dest bi xebatên zagonsaziyê kir. Qeyrana yekemîn jî di komîsyona plan û ya butçeyê de rû da. Dema ku parlamenterê CHPê Mehmet Bekaroglu qala girtina parlamenterên HDPê kir nîqaş derket.

Piştî ku hevserok û 8 parlamenterên wê hatin girtin HDPê ew biryara xwe ya tevlînebûna xebatên zagonsaziyê karîger kir. Di Komîsyona Plan û Bûtçeyê de HDP îro nehate temsîlkirin. Nîqaşa yekemenîn li vê derê derket.

Li ser vala mayîna ew kursiyên HDPyîyan parlamenterê CHPê Mehmet Bekaroglu ev mijar anî rojevê. Bekaroglu mafê axaftinê hilgirt û got, bi rastî jî Tirkiyê niha Rewşa Awarte bi hemû giraniya xwe dijî. Hewla darbeyê ya 15ê Tîrmehê wek fersendekê tê bikaranîn û hemû muxalefet tê bêdengkirin. Kî kesê ku devê xwe vedike bi şiklekî bi terorê ve an jî wek piştevanê terorê tê mohrkirin û tê bêdengkirin. 

Parlamenterê CHPê Mehmet Bekaroglu wiha got:

"Koma partiyê nikarbûye tevî xebatan bibe. Parlamenter di bin zextê de ne, ditirsin û nikarin biaxivin. Daraza parlamenteran divê ne girtî berdewam bike."

Li hemberî vê axaftina Bekaroglu endamê komîsyonê yê AK Partiyê ku di heman demê de Cîgirê Serokwezîre, ji aliyê Tugrul Turkeş ve reaksiyon hate nîşadan. Sadî Bîlîçê AK Partiyî ku Serokê Komîsyonêye jî destewêrdana axaftina Bekaroglu kir. 

Serokê Komîsyona Plan û Butçeyê Sadî Bîlgîç wiha axifî:Birêz Bekaroglu we got ez ê li gor şêwazê biaxivim lê hun li derveyî şêwazê axivîn. Ger tiştekî li gor pergala civînê hebe bibêjin. Kîjan rojê we xwe azad nedît û ne axivîn di vê komîsyonê de an jî li vî welatî?"

Bekaroglu bersiva destewêrdanê ya ku ji aliyê serokê komîsyonê ve li hember wî pêk hat kir û careke din dubare kir ku girtina parlamenterên HDPê zordarî û zexteke li ser parlamentoyê. Di nava kulîsên parlamentoyê de hate gotûbêjkirin ku nebûna di nava xebatên zagonsaziyê de ya parlamenterên HDPê wê di rojên pêş de jî wek mijareke siyasî cihê xwe yê di nava parlamentoyê biparêze.