Tirkiyê karê 370 komeleyan rawestand

Bi armanca parastina aramî û ewlekariyê.

K24-Navenda Nûçeyan

Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê, bi tometa pêwendiya wan bi rêxistinên terorê re hene, karên 370 komeleyan daxistin.

Wezareta Navxweyî bi daxuyaniyek nîvîskî aşkera kir, li gorî benda 11'emîn ya Qanûnan Rewşa Awarte, bi armanca parastina aramî û ewlekariyê, di 39 bajaran de, bi giştî karên 370 rêxistinan hatine rawestandin.

Ji wan, 153 rêxistin girêdayî Cemaeta Gulen,  190 girêdayî PKK, 19 girêdayî Partiya Rizgariya Şoreşgera Tirkiyê DHKP û 8 jî girêdayî DAIŞ'ê ne.

Hat ragehandin ku, têkoşîna hember hemû damûdezge û komeleyên ku, pêwendiya wan bi terorê hene dê berdewam bike.