Nûnerê Tevgera Çaksaziyê li Herêma Kurdistanê hate girtin

Asayîşa Dêrikê Nûnerê Tevgera Çaksaziyê li Herêma Kurdistanê Cedan Elî li bajarê Dêrikê desteser kirin.

K24-Navenda Nûçeyan

Asayîşa Dêrikê Nûnerê Tevgera Çaksaziyê li Herêma Kurdistanê Cedan Elî li bajarê Dêrikê desteser kirin.

Berpirsê Nûneratiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Xalid Elî ji K24ê re ragehand ku, Nûnerê Tevgera Çaksaziyê li Herêma Kurdistanê Cedan Elî bi serdanekê çûbû Rojavayê Kurdistanê, li bajarê Dêrikê ji aliyê Asayîşa Rojava ve hate girtin.

Ji aliyekî din ve, kurê Cedan Elî li ser rûpela xwe ya “Facebook” belav kir ku, bavê wî ji aliyê asayîşê ve hetiye girtin.

Tê zanîn ku, her yek ji Nûnerê Tevgera Çaksaziyê li Herêma Kurdistanê Cedan Elî û Nûnerê ENKSê di Îtîlfa Opozîsyona Sûriyê de Hewas Ekîd bi serdanekê çûbûn Rojavayê Kurdistanê.

Tê zanîn ku, hîn bi dehan endam û serkirdeyên ENKS û partiyên di nava ENKSê de di girtîgehên Rêveberiya Xweser de li Cizîr û Efrînê girtî ne.