Nûnerê ENKSê di opozîsyonê de hate binçavkirin

Nûnerê Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) di îtîlafa Niştîmanî ya opozîsyona Sûriyê de Hewas Ekîd li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Asayişa Rojava ve hat binçavkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Nûnerê Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) di îtîlafa Niştîmanî ya opozîsyona Sûriyê de Hewas Ekîd li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Asayişa Rojava ve hat binçavkirin.

Hevrêzê Giştî yê Tevgera Çaksaziya Kurd li Sûriyê Fêsel Yûsif ji K24ê re ragihand, îro danê êvarê Asayişa Rojava Nûnerê ENKSê di Îtîlafa opozîsyona Sûriyê de û endamê Hevrêziya Giştî yaw ê tevgerê Hewas li bajarê Dêrikê li pêş mala xwe hate girtin.

Herwiha şeva borî, Nûnerê wê tevgerê li Herêma kurdistanê Cedan Elî li bajarê Dêrikê ji aliyê Asayişa Rojava ve hatibû binçavkirin.

Nûnerê ENKSê di Îtîlafa opozîsyona Sûriyê de Hewas Ekîd ku bi serdanekê çûbû Rojavayê Kurdistanê, lê îro danê êvarê li bajarê Dêrikê ji aliyê Asayîşa Rojava ve hate binçavkirin.