Asayişa Rojav 4 endamên PDK-Sê azad dike

Asayişa Rojava 4 endamên Partiya Demokrata Kurdistanê – Sûriyê (PDK-S) piştî bêhtirî 130 rojî ji girtîgên xwe azad dike.

K24 – Navenda Nûeyan

Li Qamişlo Asayişa Rojava 4 endamên Partiya Demokrata Kurdistanê – Sûriyê (PDK-S) piştî bêhtirî 130 rojî ji girtîgên xwe azad dike.

Endamê Komîta Herêmê ya PDK-Sê Azad Ebdilrehman ji K24ê re ragihand, îro asayişa Qamişlo endamên heman partiyê Bextiyar Resûl, Mahir Erebo, Omer Cemîl û Nêçîrvan Şukrî piştî bêhtirî ji 130 rojî ji girtîgehên xwe serbest berdan.

Ebdilrehman amaje kir, ku ew her çar hevalên wan ji roja 15 Tîrmehê ve, roja merasîma oxirkirina şehîdê Pêşmerge Hebîb Qedrî ve di zîndanên Asayişa Rojava ve girtî bûn.

Roja 15 Tîrmehê di merasîma pêşwazîkirina termê şehîdê Pêşmerge Hebîb Qedrî de, hêzên asayişê rêgirî li derbasbûna karwanê şehîd kirin, piştre alozî di navbera asayiş û welatiyan de derket, hejmareke mezin ji alîgir, endam û serkirdeyên ENKS û partiyên di nava ENKSê de ji aliyê Asayişa Rojava ve hatin binçavkirin.  

Tê zanîn hîn hejmarek ji endam û serkirdeyên PDK-S û ENKSê li herêma Efrîn û cizîrê di girtîgehên Rêveberiya Xweser de girtî ne.