Malîkî: Heşda Şeibî diçe Sûriyê

Serokê Partiya Dawa ya Îslamî ya Iraqê Nûrî Malîkî radigihîne, Heşda Şeibî diçe Sûriyê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Partiya Dawa ya Îslamî ya Iraqê Nûrî Malîkî radigihîne, Heşda Şeibî diçe Sûriyê.

Serokê Partiya Dawa ya Îslamî ya Iraqê û Cîgirê Serokê Iraqê Nûrî Malîkî li Tehranê di konferanseke rojnamegerî de ragihand, piştî bidawîbûna kontrolkirina Mûsilê û tevahiya xaka Iraqê ji destê DAIŞê, Heşda Şeibî berê xwe dide Sûriyê û alîkariya rêjîma wî welatî dike.

Ev daxuyaniyên Malîkî di demekê de ne, ku Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî çendîn car e tekez kiriye ku, bi çi awayekî rê nade Heşda Şeibî destêwedanê di karûbarên navxweyî yên ti welatekî din de bike.

Herwiha Wezîrê Derve yê Iraqê Îbrahîm Caferî jî di dawî daxuyaniyên xwe de ragihandibû, siyaseta hikûmeta Iraqê ew e, ku destêwerdanê di rewşa Sûriyê de nake, lê nikarin rê li ber ti kesî bigirin, ku bi awayekî tekane diçin û beşdarî şerê li Sûriyê dibin.

Tê zanîn ku Rêxistina Lêborîna Navdewletî û gelek rêxistinên din yên mafê mirovan mîlîşyaya Heşda Şeibî bi binpêkirina mafên mirovan bi taybet li dijî Suneyên li Felûce, Hiwêce û Parêzgeha Neynewayê tuhmetbar kiriye.

Mîlîşya Heşda Şeibî ku mîlîşyayeke Şîî ye û ji 67 grûpên çekdar pêk tê, di 13 Hizêrana 2014an de li ser fetweya Lêvegera Şîî Elî Sîstanî hate damezrandin.

Parlementoya Iraqê di 26 meha Mijdara 2016an de yasaya Heşda Şeibî pesend kir, li gor wê yasayê Heşda Şeibî ji hêzeke mîlîşyayî wek hêzeke yasayî û ser bi Fermandariya Hêzên Çekdar ên Iraqê hat qebûlkirin.