Bîlgen sedemên girtina endamên HDPê aşkere dike

Berdevkê HDP Ayhan Bîlgen ragihand, diyar dibe ku rakirina parêzbendiya parlamenter û girtina endam û hevserokên wan ji ber pêvajoya referandûma sîstema Serokatiyê ye.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Berdevkê HDP Ayhan Bîlgen ragihand,  diyar dibe ku rakirina parêzbendiya parlamenter û girtina endam û hevserokên wan ji ber pêvajoya referandûma sîstema Serokatiyê ye.

Bîlgen piştî ku serbest hat berdan tevî parlamenterên ku duh hatibûn binçavkirin li Diyarbekirê, pêş dadgehê daxuyanî da. Bîlgen got: "Hevserokên me jî di nav de 11 parlamenterên me girtî ne. Gelek hevalên me heta niha hatin binçavkirin. Qedexeya derketina derveyî welat bo gelekan hatiye dayîn. Mercên kontrola dadî hene. Di dema referandûmê de xebatên partiyeke siyasî tên astengkirin. Duh çar hevalên me dîsa di vê dadgehê de bûn.”

Bîlgen got jî: “Dema ku DAIŞ kobanê dorpêç kir, bi armanca piştevaniya xelkê Kobanê bi 3 twîtan me bang li gel û hikûmetê kiribû.  Jiber vê doz hatine vekirin. Min plan kiribû di çarçoveya xebatên referandûmê de beşdarî du civînên Stenbolê bibim, lê li firokxaneya Enqerê hatim binçavkirin û ez anim vê derê.”

Herwiha Bîlgen amaje bi wê yekê kir “Di dema pêvajo û nîqaşên referandûmê de, ewê parlamenter û rêveberên partiya me bi van kiriyaran mijûl bikin, ku demên xwe di dadgehan de derbas bikin. Diyar dibe ku, parêzbendî ji ber paqijkirina rêya sîstema serokatiyê hatine rakirin. Hevalên me ji ber vê niha di zîndanê de. Di van şertan de referandum ne rewa ye.”