Li Diyarbekirê Zivistan bi dijwarî derbas dibe

Li Bakurê Kurdistanê û bi taybetî li Diyarbekirê, Zivistan bi hişk û sayî derbas dibe. Berfa ku hefteyek e li ser hev dibare, ji 20 santîman zêdetir erd girtiye. Ji ber pileya kêm a hewayê û berf û qeşaya li kolanan, gelek qezayên biçûk jî çêdibin.

K24 – Diyarbekir

Li Diyarbekirê Zivistan dijwar derbas dibe. Li gorî hişyariyên ku hefteyek berê ji aliyê Saziya Hewanasiyê ve hatibûn kirin, barîna berfê li ser hev çêbû. Pileya hewayê ya ku îro di bin sifirê de 2’yan nîşan dide, li ser şert û mercên jiyanî jî bandorên neyînî dike. Li ser sermaya zêde û barîna berfê ya bê navber, piraniya niştecihan di malen xwe de asê mane.

Dîmena zivistanê û berfa ku erde spî kir, her çiqas karên rojane hinek rawestandibe jî, li aliyê din ji bo zarok û ciwanan bûye cihê şanaziyê. Li gorî texmînên pisporên hewanasiyê, dê barîna berfê îro jî li Diyarbekirê cih bi cih dewam bike û dê 4 rojên pêş bi mijê derbas bibe.