Beşar: Heta mayîna vê rêjîmê, teror li Sûriyê nayê jinavbirin

Endamê Desteya Bilind ya Opozîsyonê Ebdilhekîm Beşar dibêje, heger pirsa sereke ya danûstandinan pirsa veguhastina siyasî be, piştre dikarin guftûgoyê li pirsên din bikin.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamê Desteya Bilind ya Opozîsyonê Ebdilhekîm Beşar dibêje, heger pirsa sereke ya danûstandinan pirsa veguhastina siyasî be, piştre dikarin guftûgoyê li pirsên din bikin.

Peyamnêrê K24ê li Cenêvê Bergeşt Akeryî ragihand, piraniya endamên hersê şandan (Rêjîm, opozîsyon û NY) gihêştine Cenêvê. Biryar e jî demjimêr 13:00 bi dema Hewlêrê şanda rêjîmê bi Nûnerê NY yê taybet bo Sûriyê Steffan De Mistura re bicive.

Endamê Desteya Bilind ya Opozîsyonê û Nûnerê ENKSê di nava Îtîlafa opozîsyona Sûriyê de Ebdilhekîm Beşar ji K24ê re got: “Em nikarin bibêjin ku îro danûstandin dê dest pê bikin, îro şanda Desteya Bilind ya opozîsyonê dê ligel De Mistura bicive. Li gor me divê pirsa sereke ya di danûstandinan bê gotûbêjkirin, pirsa veguhastina siyasî be, heger ligel De Mistura me karî vê pirsê bikin ya sereke di danûstandinan de, piştre dikarin li pirsên destûr û hilbijartina guftûgo bikin.”

Beşar amaje bi wê yekê kir, ku şanda rêjîma Sûriyê hatiye tenê şerê li dijî terorê guftûgo bike û bihaneyan bigire, ku şanda opozîsyonê nûneratiya tevahiya opozîsyonê nake.

Beşar aşkere kir û got: “Di gera derbasbûyî ya Cenêvê de şandên maseya Mosko û Qahîreyê wek şêwirmend li Cenêvê beşdar bûbûn, heger vê carê jî wiha be, ti pirsgirêk tune ne, lê heger beşdarî danûstandinan bibe, wê demê dê helwesteke me ya din hebe.”

Beşar da zanîn ku, du pirsgirêk dê li pêş danûstandinan hebin, yek ji wan naveroka ecindeya danûstandinan, ya duyem jî şanda din ya ji maseya Mosko û Qahîre ye.

Herwiha Beşar xwast ku ligel rêjîma Sûriyê bi awayekî rasterast gutûgoyan bikin, lê di heman demê de diyar kir jî, ku ne rêjîm û ne jî Nûnerê NY yê taybet bo Sûriyê Steffan De Mistura bo vê yekê amade ne.

Derbarê nûnertiya Kurd di şanda opozîsyonê de Ebdilhekîm Beşar aşkere kir, ew bixwe di komîta sereke de ye, Fûad Elîko di komîta guftûgoyê de ye, He was Ekîd di komîta Şêwêrmendiyê de ye û keçeke Kurd di şanda jinan de ye û medyakarek jî di şanda ragihandinê ye û Kurdekî din di nava şanda lojistîk de ye.

Beşar ragihand jî, ew ti hêviyên mezin li ser vê gera çaremîn ya danûstandinên Cenêvê girênadin,  ji ber ku bi hebûna vê rêjîmê teror li Sûriyê nayê jinavbirin.