Cubêr ligel Ebadî dicive
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdiyê Adil Cubêr bi serdanekê gihêşte Iraqê û ligel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî civiya.
Peyamnêrê K24ê li Bexdayê ragihand, Îro Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî Adil Cubêr ligel şandeke siyasî û ewlekarî geheşte Bexdayê û ligel Serokwezîrê Iraqê Iraqê Heyder Ebadî civiya.
Piştî rizgarkirina Iraqê ya sala 2003an ve, ev yekemîn serdana wezîrekî derve yê Siûdiyê ji Iraqê re ye. li gor zanyariyan Ebadî û Cubêr derbarê hevkariyên ewlehiyê, şerê li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê û pirsên girêdayî Heşda Şeibî dê gotûbêj bikin.