Hinartina petola Kerkûkê dest pê kir

Piştî ku îro hêzeke serbasî ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) dest danî ser çend bîrên petrola Kerkûkê û hinardina petrolê ragirt, ji nû ve hinardina petrolê dest pê kir.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî ku îro hêzeke serbasî ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) dest danî ser çend bîrên petrola Kerkûkê û hinardina petrolê ragirt, ji nû ve hinardina petrolê dest pê kir.

Di konferanseke rojnamevanî de derbarê çûna wê hêzê û destdanîna ser kêlgehên petrolê, berpirsê Malbenda YNKê li Kerkûkê dibêje, çûna wê hêzên û ragirtina hinartina petrolê, bo Wezareta Petrola Iraqê rekeftina ligel Parêzgeha Kerkûkê cibicî bike.

Îro ber destê sibê hêzeke ser bi YNKê ve, dest danî ser kêlgehên petrolê Nîgata û Terkîzeya Nû û komgeha komkirina petrolê AT1, ku li sînorê mihwerê Mela Ebdulah in û di bin desthilata hikûmeta navendî ya Iraqê ne.