Kemal Kerkûkî: Agahiya me ji bûyera îro tune bû

Berpirsê Mihwerê Rojavayê Kerkûkê Kemal Kerkûkî ragihand, ew agahdariya wan ji bûyera îro ya destdanîna ser bîrên petrola Kerkûkê tune bû.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Berpirsê Mihwerê Rojavayê Kerkûkê Kemal Kerkûkî ragihand, ew agahdariya wan ji bûyera îro ya destdanîna ser bîrên petrola Kerkûkê tune bû.

Kemal Kerkûkî ji K24ê re ragihand, bûyera îro hewlek bû, bo xistina fişarê li ser Bexdayê û got, pêwîst e bihev re fişarê bixin ser Bexdayê û riyên din hene bo xistina fişarê li ser Bexdayê.

Kerkûkî amaje bi wê yekê kir, heger bo xistina fişarê ser Bexdayê be, dikarin rê li pêş çûna petrola Kerkûkê yak u bi riya tankeran diçin Bexdayê bigirin. Lê ragirtina bi vî awayî, ew hemû ziyanê jê dibînin.

Berpirsê Mihwerê Rojavayê Kerkûkê Kemal Kerkûkî got jî, petrola Kerkûkê milkê xelkê Kurdistanê ye, xelk û Pêşmergeyên Kurdistanê sûdê jê dibînin.

Derbarê pêwendî bi rêkeftina di navbera Bexda û Tehranê y abo petrola Kerkûkê de Kerkûkî got, niha zû ye ku bê gotin ku pêwendî bi rêkeftina di navbera Iraq û Îranê heye.

Îro ber destê sibê hêzeke ser bi YNKê ve, dest danî ser kêlgehên petrolê Nîgata û Terkîzeya Nû û komgeha komkirina petrolê AT1, yên Kerkûkê û hinartina petrolê hate ragirtin, lê piştî nîvro dîsa petrol hate hinartin.