Yan xwebidestxistin yan mirin

Fermandarê Giştî yê Hêzên Şekdar ên Iraqê kontrolkirina tevahiya komelgeha Fermangehên Hikûmî li bajarê Mûsilê ragihand.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Fermandarê Giştî yê Hêzên Şekdar ên Iraqê kontrolkirina tevahiya komelgeha Fermangehên Hikûmî li bajarê Mûsilê ragihand.

Serokwezîrê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Şekdar ên Iraqê Heyder Ebadî di konferanseke rojnamevanî de ragihand, hêzên Iraqî komelgeha Fermangehên Hikûmî li Mûsilê kontrol kirin û bi vê yekê dilê Mûsilê hate kontrolkirin.

Herwiha Ebadî ragihand, çekdarên DAIŞê nikarin di şer de li ber xwe bidin û tenê du rê li pêş wan hene, ew jî yan xwe radest bikin, yan jî divê xwe bikujin.

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî roja 19 Sibata 2017an destpêkirina qonaxeke din ya operasyona Mûsilê bo kontrolkirina rojavayê Mûsilê ragihand.

Rojavayê Mûsilê ji 35 taxan pêk tê, ku ji sedî 40 ji tevahiya Mûsilê ye û tê pêşbînîkirin 650 hezar kes di wê beşê de di bin destê DAIŞê de dimîne. Heryek ji artêşa Iraqê, Polîsa Federal û Heşda Şeibî beşdarî operasyona kontrolkirina rojavayê Mûsilê dibin.