5 milyon Sûrî ji welatên xwe penaber bûne

Netewên Yekgirtî ragihand, hejmara penaberên Sûrî yên li welatên cîran, 5 melyon kes derbas kiriye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Netewên Yekgirtî ragihand, hejmara penaberên Sûrî yên li welatên cîran, 5 melyon kes derbas kiriye.

Komisyona Karûbarên Koçberan ya NY eşkere kir, hejmara Sûriyên ku ji welatê xwe bi sedema şer û pevçûnan derketine û niha li welatên hevsînor wek Tirkiye, Libnan, Urdin û Iraqê 5 melyon kesî derbas kiriye.

Heta dawiya sala 2016an de, hejmara koçberên Sûriyê dora 4.8 milyon kes bû, lê ji destpêka îsal ve ev hejmar zêde bû.

Tevî ku Komisyona Karûbarên Koçberan ya NY da zanîn ku, wan kariye bi hewara wan ve biçin û alîkariyan pêşkêş bikin, lê di heman demê de daxwaza zêdekirina alîkariyan ji welatên mezin kir.

Ji sala 2011an ve û ji ber şer û pêvçûnan di navbera rêjîma Sûriyê û opozîsyona çekdar ve, bi sed hezaran welatiyên sivîl ji Sûriyê derketin û li welatên derdora wê bûn penaber.