Cenêv dîsa bê ancam bidawî bû

Piştî 8 rojan ji danûstandin û hevdîtinan, dîsa civînên Cenêvê bê encam bi dawî bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî 8 rojan ji danûstandin û hevdîtinan, dîsa civînên Cenêvê bê encam bi dawî bûn.

Herdu aliyên Sûrî piştî bidawîbûna gera 5emîn a danûstandinên Cenêvê, dîsan hevdu bi terrorist binav kirin. Serokê şanda opozîsyona Sûriyê Nesir El-Herîrî got, ku rêjîma Sûriyê red dike qunaxa veguhestina siyasî gotûbêj bike. Herîrî got jî, Esed tawanbar e û divê ji desthilatê bê dûrxistin.

Ji aliyê xwe ve jî, serokê şanda rêjîmê jî Beşar Caferî kenê xwe bi şanda opozîsyonê kir û ew wek sinêlan binav kirin.

Herwiha nûnerên ENKSê di danûstandinên Cenêvê de jî civînên xwe di Desteya Bilind de baykot kirin, ji ber ku Desteya Bilind ya Danûstandinan red kirin ku pêşniyar û daxwazên wan derbarê nûnertiya Kurd di danûstandinan hebe û pirsa doza Kurdî û dozên pêkhateyên din têkeve karnameya danûstandinan.

Tevî wan gotinên li dijî hev yên ji aliyê rêjîm û opozisyonê ve, Nûnerê navdewletî yê taybet bo Sûriyê Steffan De Mistora hêviyên xwe wek hercar qut nekirin ji bo lidarxistina gera 6 ji danûstandinan.

Biryar e di nîvê meha Gulanê de gera 6emîn a danûstandinên Cenêvê di navbera rêjîm û opozîsyona Sûriyê de were li darxistin.