Mesrûr Barzanî: Pêwîst nake muzayede bi aktîvkirina Parlementoyê were kirin

Endamê Polîtburoya PDKê Mesrûr Barzanî dibêje, PDK ji hemû partî û hêzên siyasî yên Kurdistanê zêdetir alîgirê aktîfkirina parlamentoya Kurdistanê ye, pêwîst nake ti kes bi vê mijarê muzayeda siyasî bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamê Polîtburoya PDKê Mesrûr Barzanî dibêje, PDK ji hemû partî û hêzên siyasî yên Kurdistanê zêdetir alîgirê aktîfkirina parlamentoya Kurdistanê ye, pêwîst nake ti kes bi vê mijarê muzayeda siyasî bike.

Endamê Polîtburoya PDKê Mesrûr Barzanî ji heftenameya Bas re axivî û got, pêwîst nake ti kes muzayedê bi aktîfkirina parlamentoya Kurdistanê bike. PDK jî ji hemû partiyekî zêdetir vê yekê dixwaze.

Mesrûr Barzanî her wiha got, kursiyên PDKê ji kursiyên hemû partiyan zêdetir e û ji hemû partiyekî jî zêdetir alîgirê aktîfkirina parlamentoyeka tendurist e ku di xizmeta gel û welêt de be. Lê li ser vê mijarê nêrînên cuda hene.

Wî endamê Polîtburoya PDKê anî ziman ku eger qesta yên ku dixwazin parlamento were aktîfkirin, ew be ku parlamento bikeve xizmeta gel û welat û armancên stratejîk yên Herêma Kurdistanê, wê çaxê çend pêşniyar hene ku divê bên gotûbêjkirin. Em di wê baweriyê de ne em dikarin bi diyalogê bigihên encamekî ku bi sûda armancên me yên niştimanî de be.

Mesrûr Barzanî da xuyakirin ku PDKê her gav rijd bûye li ser hebûna dezgehên qanûnî û demokratîk, tenê ferqa me ev e ku em naxwazin ez dezgeh bikevin xizmeta berjewendiyên biçûk yên partiyan yan berjewendiyên şexsî. Jixwe me di civînên xwe bi partiyan siyasî re jî bi eşkere behsa vê mijarê kiriye.