Hêzên Iraqî dest bi êrîşa kontrolkirina rojavayê Mûsilê kirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Şaneya Medyaya şer ya ser bi Wezareta Bergîriyê ya Iraqê ragihand, hêzên Polîsa Federalî bi piştevaniya ketîbeya topxane û mûşekan, bo kontrolkirina taxa Mûsila Kevin û mizgefta Nûrî dest bi êrîşê kirin.
Hevdem, hêzên Dijeterora Iraqê dest bi operasyona kontrolkirina taxên Şîfa û Zencelî kirin û karîn bikevin nava taxa Zencelî.
Peyamnêra K24ê Çîmen Adil li Mûsilê ragihand, Dijeterora Iraqê derbasî nava taxa Şîfa, meydana yek û nexweşxaneya Komarî. Herwiha Polîsa Iraqê derbasî nava taxa Zencîlî li rojavayê Mûsilê bûn.
Heta niha 4 tax û çend navçe li rojavayê Mûsilê di destê çekdarên DAIŞê de mane.