4 welatên Erebî pêwendiyên ligel Qeterê dibirin

Her çar welatên Ereb Siûdiye, Behrên Îmarat û Misrê îro hemû pêwendiyên dîplomasî ligel Qeterê birîn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Her çar welatên Ereb Siûdiye, Behrên Îmarat û Misrê îro hemû pêwendiyên dîplomasî ligel Qeterê birîn.

Her 4 welatên Erebî Siûdiye, Behrên, Îmarata Erebî û Misrê bi awayekî cuda, pêwendiyên dîplomasî, çûnûhatin geştên esmanî li pêş Qeterê daxistin û 48 demjimêr bo dîplomatan û 14 roj jî bo geştiyaran wek muhlet dan wan da ku ji welatên wan derkevin.

Ev biryara her çar welatên Ereb derbarê Qeterê de, ji ber wê sedemê tê, ku ew Qeterê bi piştevaniya li grûpên terrorist (Îxwan Muslimîn, Husiyên Yemenê û Qaide) û piştevaniya Qeterê ji ecindeyên Îranê re û têkdana asayişa navçê tuhmetbar dikin.

Ji aliyê xwe ve, Wezareta Derve ya Qeterê nîgeraniya xwe derbarê biryara her çar welatan derbirî û ragihand, ti rastiya wan tuhmetan tune ye.

Herwiha Wezareta Derve ya Qeterê qot jî, ti bandora vê biryarê li ser jiyana welatiyan nake.