Yildirim nexwest bi Gabriel re hevûdu bibîne

Ofîsa Serokwezîriya Tirkiye ragihand ku, bi egera mijûliya zêde di bernameyên xwe de Serokwezîrê Tirkiye dê ligel Wezîrê Derve yê Almanya nikare bicive.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ofîsa Serokwezîriya Tirkiye ragihand ku, bi egera mijûliya zêde di bernameyên xwe de Serokwezîrê Tirkiye dê ligel Wezîrê Derve  yê Almanya nikare bicive.

Li gor şîrovevanan rastiya vê pêngavê aloziyên têkiliyên navbeyna Berlin û Enqere ne ku di dema dawî de gihiştine astek bilindtir. Sigmar Gabriel ku îro gihişte Tirkiye, ligel hevpostê xwe Mewlud Çawuşoglu civiya û piştî hevdîtinê di kongreya rojnamevanî de aloziyên navbeyna her du welatan hatin behskirin. Tirkiye carek din Almanya bi çavgirtin li ber xebatên rêxistina FETO û çalakiyên PKK tewanbar kir. Ji aliyê xwe ve Sigmar Gabriel pirsgîrêka ku di navbeyna her du welatan de li ser baregeha Incirlikê û seredanên Parlementerên Almanî ji bo vê baregahê tê jiyandin anî rojeva civînê û babet wekî pirsek navxweyî ya Tirkiye nirxand.