Pence: Tehran û Moskow metirsiyek cîhanî ne

Cîgirê Serokê Amerikayê Mike Pence, di Konseya Atlantic de diyarkir ku: “Piştî têkçûna Sowyetê, Rusya, Îran û terorizm bûne mezintirîn metirisyên cîhanî”.

K24 – Navenda Nûçeyan

Cîgirê Serokê Amerikayê Mike Pence, di Konseya Atlantic de diyarkir ku: “Piştî têkçûna Sowyetê, Rusya, Îran û terorizm bûne mezintirîn metirisyên cîhanî”.

Di axaftina xwe de Pence anî ziman ku, “Rusya dixwaze sînorên xwe ji nû ve û bi dare zorê berfereh bike, Îran destwerdanek berfereh li Rojhilata Navîn dike û metirsiya terorê ku dikare her rojê li aliyek cîhanê rû bide… Ev hemû, piştî têkçûna komunizmê mezintirîn xeterî û metirsî li pêş cîhanê ne”.