Ji ber zêdebûna koçberên Reqayê, kêmasî li kampan derdikevin

Tevî ku rêxistinên navdewletî û herêmî alîkarîyê pêşkêşî kampa Eyn Îsayê dikin, lê ji ber hejmara mezin ya koçberên Reqayê, gelek kêmasî di warê av, derman û alavên hewarçûnê li kampê pêyde dibin.

 

K24 – Eyn Îsa

Tevî ku rêxistinên navdewletî û herêmî alîkarîyê pêşkêşî kampa Eyn Îsayê dikin, lê ji ber hejmara mezin ya koçberên Reqayê, gelek kêmasî di warê av, derman û alavên hewarçûnê li kampê pêyde dibin.

Xelkên kampê gazinan ji kêmbûna alavên hewarçûnê wek isfinc û betaniyan û herwiha kêmbûna av û kehrebê dikin.

Kampa Eyn îsa ya ku giredayî bajarê reqayê ye ji berî 8 mehan ve hatibû amadekirin û ta niha pêşwaziya 900 malbatî kiriye û bi destpêkirina oprasiyona kontrolkirina navenda bajarê Reqayê û ji ber şer û pevçûnan pêşbîn e hejmara koçberan li kampa Eyn Îsayê ber bi zêdebûne ve biçe.