Wêneyeke Newroza Akrê xelateke mezin werdigire

Wêneyeke bajarokê Akrê yê Başûrê Kurdistanê xelateke mezin werdigire. Wênegirê Amerîkî Sebastian Meyer ku ji çend salan ve li Kurdistanê ye û bi taybet li bajarê Silêmaniyê jiya ye û fêrî zimanê Kurdî bûye, di sala 2010an de wêneyeke Newroza Akrê girtiye, ku wê wêneyê kariye xelateke mezin di warê wênegiriyê de werbigire.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ew xelat bi navê (PDN) e û ji aliyê kovara Amerîkî ya wênegiriyê li bajarê New Yorkê bo Sebastian Meyer hate dayîn.

Wênegirê Amerîkî wêneya hejmarek ji xort û ciwanên Akrê yên bi cil û bergên Kurdî agirê Newrozê hilgirtine û bi coş ber bi çiyayê Akrê bi rê ketine, girtiye.

Sebastian Meyer navê wêneyê “Di jêr her bestekê ji asîman de” lê kiriye û di riya wê wêneyê re behsa xebata nû ya Kurd bo azadiyê dike û amaje bi wê jî daye ku ji piştî sala 2003an ve, kariye pêngavên girîng bo mafên xwe bavêje.

Newroza Akrê, ji ber ceografiya û sirûşta taybet a agirdadanê, salane dibe cihê balkêşiya medyayê bi giştî û wî wêngirî jî bayixeke mezin daye wê. 

Wênegirê Amerîkî Sebastian Meyer
Wênegirê Amerîkî Sebastian Meyer