Kargeheke mûşekên DAIŞê hate kontrolkirin

Polîsa Iraqê li rojavayê Mûsilê dest bi ser kargehe dirustkirina mûşekên DAIŞê de girt.

K24 – Navenda Nûçeyan

Polîsa Iraqê li rojavayê Mûsilê dest bi ser kargehe dirustkirina mûşekên DAIŞê de girt.

Di encama ger û pişknîna hêza Polîsa Federal a Iraqê li taxa Zencîlî de, dest datînin ser kargeheke dirustkirina mûşekan a DAIŞê de girt.

Yek ji efserên Polîsa Federalî aşkere kir, cureyên mûşek, guleyên Hawinê û madeya “TNT” li wê kargehê hatin dîtin, ku DAIŞê bo dirustkirina amîreyên pêşketî bikar aniye.

Di çarçova operasyona kontrolkirina rojava Mûsilê de, roja 10 Hizêranê taxa Zencîlî ji aliyê hêzên Iraqî ve hate kontrolkirin.