Xîlafeta DAIŞê li Mûsilê hat rûxandin

Îro pêncşemê 29 Hezîrana 2017an, kenalên fermî yên Iraqê li ser zarên berpirsên Wezareta Bergîriyê ya Iraqê ragihandin, “Çekdarên DAIŞê li Mûsilê nemane. Bajar bi tevahî ketiye destê hêzên Iraqî”

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro pêncşemê 29 Hezîrana 2017an, kenalên fermî yên Iraqê li ser zarên berpirsên Wezareta Bergîriyê ya Iraqê ragihandin, “Çekdarên DAIŞê li Mûsilê nemane. Bajar bi tevahî ketiye destê hêzên Iraqî”

Di wê derbarê de Emîd Rukin Nebîl Fetlawî di Dijeterora Iraqê ji K24ê re ragihand, “Tenê di çend cihên kêm ên taxên Mûsilê de, hejmarek ji paşmayên çekdarên DAIŞê mane û firoke jî wan cihan bombebaran dikin.”

Herwiha got jî, “Ji ber tengbûna kolanên Mûsila Kevin, dibe ku demeke din pêwîs be bo girtina wê, ji ber ku ew çekdarên mane xwekuj in, ligel wê jî yan dibe ku ew radest bikin, yan jî xwe bikujin.”

Ev nûçe di demekê de ye, ku Fermandarê Hêzên Taybet ên “Hatin Neynewa” Ferîq Rukin Ebdilemîr Reşîd îro ragihand, hêzên Dijeterora Iraqê mizgefta mezin a Nûrî û Minareya Hedba kontrol kirin û hêzên wan jî di pêşveçûnê de ne.

Li gor zanyariyên fermandarên artêşa Iraqê, ti fermandarên bilind ên çekdarên DAIŞê li Mûsilê nemane û tê dengoya wê yekê heye, ku Bexdadî jî di şer de hatibe kuştin.

Operasyona rizgarkirina bajarê Mûsilê û navçeyên derdora wê di 17 Cotmeha 2016an ji piştî rêkeftinekê di navbera hêza Pêşmerge û artêşa Iraqê de dest pê kiribû.