Hinardina petrola Kerkûkê careke din dest pê kir

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî ku îro û bêyî ku sedem bê zelalkirin, hikûmeta Iraqê di riya nivîsekê ku arasteyî kompanyaya Petrola Bakur kiribû, 3 demjimêran henardina petrola Kerkûkê hat ragirtin. Lê piştî sê demjimêran rawestandin, dîsa hinadina petrola Kerkûkê dest pê kir.

Endamê Komîta Petrolê û Wize di Encûmena Parêzgeha Kerkûkê de Fûad Hisên ji K24ê re ragihand, Wezareta Petrola Iraqê bi riya nivîsekê, petrola ku bi riya boriyên hinardinê bo bendera Cîhana Tirkiyê dihat hinardekirin, hat ragirtin. Lê niha careke din hinadina petolê dest pê kir.

Li gor Fûad Hişên sedema ragirtina petrolê ne zelal e, lê pê de diçe ku ji ber sedemên siyasî be, ji ber ku heta niha hikûmeta Iraqê naxwaze petrola Kerkûkê bê hinadekirin, ji ber ku petrola sedî 17 ji berhema petrola Iraqê ye û ji sedî 83 ji berhema petrola Iraqê ji bajarê Besrayê ye.

Koma giştî ya berhema rojane ya kêlgehên petrolê yên ser bi petrola kompanyaya Bakur 160 hezar bermîl e, ji wê jî rojane 50 hezar bermîl petrol bo bendera Cîhana Tirkiyê tê hinardekirin.

Her sê kêlgeh Cembûr, Baba Gurgur û Xebaz ji aliyê kompanyaya Bakur vet ê birêvebirin.