Twitter, ji bo aboriya xwe divê spasiya Trump bike

K24 – Navenda Nûçeyan

Ligor pîsporên aborîzan, bi egera nivîsandinên di Twitterê de yên Serokê Amerikayê Donald Trump, bi milyonan kes dibin şopîner û endamên twitterê.

Her ligor wan pîsporan ger Trump twitterê bikar neyîne, dê twitter 2 milyar dolaran ji aboriya xwe wenda bike.

Buhayê bazarê ya twitter 11,7 milyar dolar in, ger Trump ne li twitter be, ev buha bi 2 milyar dolaran kêm dibe.

36 milyon şopîner ên Donald Trump li twitterê hene û ji sala 2009an ve Trump 35 hezar peyam li twitterê weşandin e.