Şerê Hiwêce dest pê dike

Li gor zanyariyan jî du yekîneyên topxaneyê yên Amerîka û Fransayê beşdarî şer dibin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berdevkê Heşda Şeibî aşkere dike, piştî cejnê bereyên şer ji bo operasyona kontrolkirina Hiwêce tên diyarkirin. Li gor zanyariyan jî du yekîneyên topxaneyê yên Amerîka û Fransayê beşdarî şer dibin.

Berdevkê Heşda Şeibî Ehmed Esedî di daxuyaniyekê de aşkere kir, plana êrîşkirina li ser bajarokê Hiwêceyê ji aliyê Fermandariya Operasyona Hevbeş ve tê dariştin, lê heta niha bereyên şer bi ser hêzan ve nehatine dabeşkirin.

Got jî, dabeşkirina bereyên şer demeke dirêj naxwe û piştî cejna Qurbanê rasterast cihên hêzên di operasyonê de beşdar in, tên diyarkirin.

Amaje bi wî da, hêzên wan bi pakirina mîn û bombeyên çandî li Tileferê berdewam in.

Li gor jêderên lekerî yên Iraqê, di şerê kontrolkirina Hiwêce de 48 hezar leşker ji hêzên cuda yên Iraqî beşdar dibin û piraniya wan ji Polîsa Federal dibin. Herwiha 8 hezar otombîlên leşkerî û 200 tank ji cura Abrams, T-72 û T-55 di şer bikar tên.

Ji bilî firokeyên Iraqê û Hevpeymaniya Navdewletî, du topxaneyên artêşa Amerkî û Fransî beşdarî şerê Hiwêceyê dibin.