Rewangeha Sûrî: 58 leşkerê rêjîmê hatin kuştin

Ji encama êrîşên DAIŞê li ser bargehên rêjîma Sûriyê 58 leşkerên rêjîma li gundewarê bajarê Dêrezor û Humsê hatin kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ji encama êrîşên DAIŞê li ser bargehên rêjîma Sûriyê 58 leşkerên rêjîma li gundewarê bajarê Dêrezor û Humsê hatin kuştin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand, DAIŞê di zîncîreyeke êrîş ji Dêrezorê û ta bajarê Humsê li dijî rêbend û baregehên rêjîma Sûriyê û mîlîşyatên ku ligel wê kirin.

Li gor zanyariyên Rewangeha, di encamên wan êrîşên DAIŞê yên ji devera Şola li rojavayê Dêrezor û heta bajrokê Suxnede 58 leşkerên Sûrî hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn.

Demek e artêşa Sûriyê û mîlîşyatê pê re şer dikin û bi piştevaniya Rûsyayê berve parêzgeha Dêrezorê di pêşveçûnan de ne, ku di 18 vê mehê de çemê Ferêt derbas bike û nêzîkî firokxaneya Dêrezorê ya leşkerî bibe.