Helwêsta Tirkiye beramberî Kurdistanê, Kurdên bakur dilgiran dike

Nesîme Çîmen: "Referandûm, wekî şîrê dayîkê helal e. Ez ji damezirandinê ve di nav AK Partiyê de me.

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî Referandûma Serxwebûna Kurdistanê, helwest û zimanê tund ê rayedarên Dewleta Tirkiyeyê û siyasetmedaran, di nav Kurdên ku nêzîkî Ak Partiyê ne de nerazîbûnek peyda kir û ev nerazîbun her ku diçe berfireh dibe.

Akademîsyenê Zanîngeha Ekonomiyê ya Îzmîrê Serhûn Al amaje dike ku Tirkiye gelek caran helwesta Ewropa ya ji bo Rojhilata Navîn rexne dike; lê niha xetere heye ku ev helwest li Tirkiyeyê jî peyda bibe.

Serhûn Al - Akademîsyenê Zanîngeha Îzmîrê, dibêje:

"Tirkiye dibêje, li Ewropayê Îslamofobî bilind dibe û her wiha li welatên wekî Almanyayê jî li hember Tirkan fobî heye. Lê niha em dibînin ku zimanê siyasetmedaran rê dide ku li Tirkiyeyê jî li hember Kurdan fobî çêbibe. Divê siyasetmedarên Tirkiyeyê hay ji zimanê xwe hebin û helwesteke li ser avakirinê nîşan bidin."

Kurdên ku di hilbijartinan de piştgiriya Ak Partiyê kirine jî ji zimanê siyasetmedaran ê li hember Referandûma Serxwebûna Kurdistanê xemgîn in. Yek ji van kesan jî çavdêrê siyasî Mihyedîn Batmanî ye ku daxwaza guherîna zimanê tund ê siyasetmedarên Tirkiyeyê dike.

Mihyedîn Batmanî- Çavdêrê Siyasî, diyar dike:

"Min di hilbijartinên parlamentoyê de di yên di şaredariyan de û di referandûma makezagonê de piştgiriya AK Partiyê kir. Lê ez wekî Kurdekî ji helwesta li hember Referandûma Serxwebûna Kurdistanê aciz im.

Aktîvîsta Îslamî ya Kurd Nesîme Çîmen jî dibêje ku wê ji despêkê ve piştgiriya Ak Partiyê kiriye û niha jî ji helwest û zimanê tund ên li hember Referandûma Serxwebûna Kurdistanê dilşikestî ye.

Nesîme Çîmen- Aktîvîst a Îslamî, tine ziman:

"Referandûm, wekî şîrê dayîkê helal e. Ez ji damezirandinê ve di nav Ak Partiyê de me. Hêviyên me ji Ak Partiyê hebûn. Em niha dema ku zimanê tund li hember Kurdistanê dibînin, bi rastî jî em xemgîn dibin."

Kurdên ku xwe nêzîkî Ak Partiyê dibînin û di hilbijartinan de dengê xwe dane AK Partiyê , li bendê ne ku siyaseta AK Partiyê ya li hember Referandûma Serxwebûna Kurdistanê demkî be û di demeke nêz de jî were guhertin.