Yildirim neçû Bexdayê, Ebadî tê Enqere
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî roja çarşemê serdana Tirkiyê dike û ligel serokwezîrê Tirkiyê dicive.
Li gor çapemeniya Tirkiyê, biryare 25ê Cotmehê serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî serdana Tirkiyê bike û li Enqereyê ligel serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim bicive.
Tê çaverêkirin di hevdîtina Ebadî û Yildirim de, peywendiyên navbera Enqere û Bexda, pêşhatên piştî referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê, êrişên Heşda Şeebî yên dijî Herêma Kurdistanê, rewşa Kerkûk û navçeyên din yên Kurdistanî werin guftûgokirin.
Ev serdan di demekê de ye ku biryar bû Serokwezîrê Tirkiyê serdana Bexda kiriban, lê ji nişka ve ev serdan hatibû hilweşandin.