Xelkê Efrînê bi govend û dîlanê êrîşa Tirkiyê şermezar dike

Îro di roja 16emîn a êrîşa artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê li ser Efrînê berdewam e. Xelkê bajarê Efrînê bi deh hezaran daketin kolanan û def, zurne, dîlan û tilîliyan wek nîşana berdewamiya jiyanê û serkeftinê, ev êrîş şermezar kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ji 20ê meha bûrî ve artêşa Tirkiyê bi hemû çekên xwe yên giran ji firoke, tank û topxane êrîşî herêma Efrînê dike, ta niha û li gor Rêveberiya Nexweşxaneyên Efrînê zêdetir ji 100 welatiyên sivîl şehîd bûne û bi sedan kesî birîndar bûne, ev yek jî ji bilî wêranbûna piraniya gund û bajarokan.

Ji aliyekî din ve, ta niha artêşa Tirkiyê ti pêşketineke berçav li Efrînê nekiriye û li gor Di dawîn daxuyaniya Rêvebirê Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan Ramî Ebdilrehman, ta niha artêşa Tirkiyê tenê ji sedî 3 ji gundewarên Efrînê girtiye.