Li Izmîrê bi tometa bangeşaya KCKê 35 endam û rêvebirên HDPê hatin girtin

K24 - Navenda Nûçeyan
Li hemberî siyasetvan û endamên HDPê û DBPê, operasyona gitinê berdewam dike. Taybet bi destpêkirina operasyona Artêşa Tirkiyê re li Efrînê, radeya binçavkirinan her roj zêdetir dibe.
Îro jî li Izmîrê û Enqerê, Sêrt û Diyarbekirê, 35 kes hatin girtin ku di nav de serokê berê yê şaxê Izmîrê yê HDP jî heye.
Hat zanîn ku kesên hatine girtin, bi bangeşeya KCKê tên tometbarkirin.
Pilatforma Hêzên Demokratî û Kedê ya Izmîrê derbarê girtina wan siyasetvanan de daxuyaniyek belav kir û diyar kir, ku operasyonên bêdengkirina hêzên demokrat bi awayekî lezgîn berdewam dikin.