Artêşa Sûryê derbasî Til Rif'et jî bû

Peyvdarê YPGê li Efrînê Birûsk Hesekê ji Kurdistan24ê axivî û red kir ku wan deverên di bin destê xwe de li Helebê û derdora Helebê radestî Hikûmetê kiribin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Riwangeha Sûrî ya Mafên Mirovan û hin jêderên ser bi Hikşmeta Sûryê ve ragihandin, ku piştî encamdana rêketinekê di navbera hêzên Hikûmet û YPGê de, hêzên Hikûmeta Sûryê derbasî devera Til Rif'et bûn, ku 35Km dûrî bakurê Helebê ye û ala Sûryê li ser tevahiya avahiyên Hikûmî li wê deverê hat bilindkirin.

Li gorî hin jêderên din jî, hêzên Hikûmetê derbasî taxên Bistan Paşa, Şêx Meqsûd, Hulluk û Benî zêd yên Helebê bûne, lê peyvdarê YPGê li Efrînê Birûsk Hesekê ji Kurdistan24ê axivî û ev nûçe red kir.

Li ser heman mijarê, ajansa Sputnik a Rûsî belav kiriye, "hêzên YPGê, di çarçoveya rêketinekê de, bajarê Til Rif'et radestî artêşa Sûrî kirin".

Di Sibata 2016an de, Hêzên Sûrya Demokrat, karîn devera Til Rif'et ji destê ketîbeyên opozisyona Sûryê derxînin.

N.O