Sefîn Dizeyî: Di rojên bê de gotûbêjeke bêtir wê li ser beşê bûdceya Herêmê bê kirin
K24 - Navenda Nûçeyan
Peyvdarê Hikûmeta Herêmî Kurdistanê Sefîn Dizeyî ragihand, ku îro civîneke şêwirmendî, di navbera wezîrên Hikûmeta Herêma Kurdistan û perlemanterên Kurdistanê û hejmarek ji perlemanterên Bexdayê hat lidarxistin.
Piştî bidawîbûna civînê, Sefîn Dizeyî di kongireyekî rojnamevanî de ragihand, ku ew civîn şêwirmendî bû û sipasiya perlemanteran hat kirin, ku tevahiya bizavên xwe kirin ji bo cîgirkirina beşê budceya Herêma Kurdistanê, lê bi derbaskirina pirojeyasaya budceya Iraqê bê razîbûna aliyê Kurdî, bingeha hevpariyê hat binpêkirin.
Dizeyî diyar kir, ku di demeke nêzîk de, wê civîneke din bê lidarxistin û Perleman û Hikûmeta Herêma Kurdistanê, wê di rojên bê de, civînên bêtir derbarê kêmkirina pişka Herêma Kurdistanê di budceya Iraqê de lidar bixin.
N.O