Çekdarên AAS daxwaza nasnameya “şehadetê” ji Tirkiyê dikin
K24 – Navenda Nûçeyan
Ligor medya Tirkiyê çekdarên Artêşa Azad a Suriyê (AAS) daxwaz dikin ku, çekdarên wan ên di Operasyona Efrînê de hatî kuştin nasnameya “şehadetê” werbigrin û mûçeyên “şehîdan” bo wan bê diyar kirin.
Her ligor medya Tirk heta niha di Operasyona Efrînê de 916 çekdarên AAS hatine kuştin.
Bi taybetî Serokomarê Tirkiyê Receb Tayyip Erdogan rola AAS di Operasyona Efrînê de bilind nirxandibû û ew wekî “Hêza Quweyî Milliye” binav kiribû.
Birêvebirên AAS wergirtina nasnameya “şehadetê” li Tirkiyê, ji derveyî bidestxistina mûçe ji kesûkarên wan re, herweha wekî piştgiriyek manewî jî binav dikin.
Çekdarên AAS berfereh di Operasyona Efrînê de cîh girtin û dizî û talankirina devera Efrînê û malên xelkê Efrînê jî rolek berçav dîtin.
C.B