Amerîka û Tirkiyê li ser nexşerêya Minbicê îmze kirin

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlud Çawîşoglu û Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo li ser nexşerêyeke taybet bi bajarê Minbicê lihev kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlud Çawîşoglu û Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo li ser nexşerêyeke taybet bi bajarê Minbicê lihev kirin.

Di daxuyaniyeke hevbeş de, her du wezîran pabendbûna Washington û Enqerê bi cibicîkirina wê nexşerêyê dupat kirin û tekezî li ser hewla gihîştina bi rêkeftinekê derbarê hemû pirsên di navbera wan de mane kirin.

Çawîşoglu û Pompeo li Washingtonê di Wezareta Derve ya Amerîkayê de civiyan. Piştî hevdîtinê Çawîşoglu li ser hejmara xwe ya tûra civakî “Twitter” da xuyakirin, di hevdîtinê de li ser pêwendiyên Tirkiye û Amerîka, nexşerêya Minbicê û gelek mijarên girêdayî Sûriyê û herêmê axivîne.

Ta niha hûrgiliyên wê nexşerêyê ji ragihandinê re nehatiye aşkerekirin.

Li gor bangeşeya Tirkiyê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ji bajarê Minbicê derdikevin û artêşa Tirkiyê û mîlîşyayên îslamî yên ser bi wê ve diçin wî bajarî.

Di meha Tevaxa 2016an de Minbic ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve ji destê DAIŞê hate rizgarkirin. Rêveberiyeke sivîl li Minbicê bo birêvebirina karûbarên welatiyan heye.

Ev demeke pêwendiyên Tirkiyê û Amerîka derbarê Sûryê û Rojavayê Kurdistanê, rastî gellekî aloziyan hatin, bi taybetî li ser pêşeroja bajarê Minbicê, lê di dema dawî de, Tirkiyê ragihand, ku Enqera û Washington derbarê wî bajarî nêzîkî lihev kirinê bûne.

 

S. B