Demîrtaş li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê doze vedike

Parêzerê Hevserokê berê yê HDPê Selahatîn Demîrtaş, Mahsunî Karaman bi riya twîtira xwe ragihand, mafê hilbijartinê ya Demîrtaş hatiye binpêkirin û ew di şert û mercên girtîgehê de beşdarî hilbijartinê bûye û daxwaza azadiya wî hatiye red kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parêzerê Hevserokê berê yê HDPê Selahatîn Demîrtaşî, Mahsunî Karaman bi riya twîtira xwe ragihand, mafê hilbijartinê ya Demîrtaş hatiye binpêkirin û ew di şert û mercên girtîgehê de beşdarî hilbijartinê bûye û daxwaza azadiya wî hatiye red kirin.

Mahsunî Karaman got jî, ji ber vê yekê xedir li Demîrtaş hatiye kirin û ewê sibe serî Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê bidin.

Demîrtaş jî duh di derbarê encamên hilbijartinê de ragihandibû, pêvajoya bangeşeya hilbijartinê ji bo wî bi dadperwerane bi rê ve neçûye.

Selahetin Demîrtaş ku namzetê HDPê yê Serokomartiya Tirkiyê bû ji Mijdara 2016an ve di zîndanê de girtiye û ji zîndanê ve bangeşeya xwe dikir û di hilbijartinên 24 Hezîranê ji sedî 8.3ê dengan bidest xistin û di nav şeş berbijêrên serokatiya komarê de yê sêyemîn bû.  

 

S. B