Yekîtiya Ewropa 3 milyar Euro ji bo penberên Sûrî radestî Tirkiyê dike

Di 2016an de, di nav Tirkiye û Yekîtiya Ewropa de peymana penaberan hatibû îmzekirin û li gorî wê, biryar bû Yekîtiya Ewropa 6 milyar Euro alîkarî bide Tirkiyê.

K24 - Navenda Nûçeyan

Piştî danûstendinên berdewam û çendîn rêketinan di nav Tirkiyê û welatên Ewropa de, Yekîtiya Ewropa biryar da, ji bo alîkariya penaberên Sûrî 3 milyar Euro radestî Tirkiyê bike.

Li Bruksela paytexta Belcîka, civîna serkirdeyên welatên endam di Yekîtiya Ewropa de hatr lidarxistin, di civînê de biryar hat stendin, ku ji bo alîkariya penaberên Sûryê cara diwem 3 milyar Euro bên terxankirin.

Di sala 2016an de, di navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropa de peymana penaberan hatibû îmzekirin û li gorî wê peymanê, biryar bû Yekîtiya Ewropa 6 milyar Euro alîkarî bide Tirkiyê, lê heya niha Yekîtiya Ewropa tenê nêzîkî 2 milyar Euro radestî Tirkiyê kiriye.

Ji aliyê xwe ve, serokê Perlemana yekîtiya Ewropa Antonyo Taiani li Brukselê ji K24ê re ragihand, ku ew dixwazin bigihên rêketineke demdirêj   li ser pirsa penaberan û alîkariya welatên derveyî sînorên Ewropa bikin  daku şepêleke din ya penaberan berê xwe nede Ewropa.

N.O